Milîtanên DAIŞê bi bombeyên xwekujî êrişî Kerkûkê kirin: 7 kuştî

Milîtanên DAIŞê bi bombeyên xwekujî êrişî Kerkûkê kirin: 7 kuştî

11:44:55

 

Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest, milîtanên DAIŞê berê sibehê çek û êlekên xwekujî êrişî serbezgeha Keywan a Hêzên Pêşmerge kirin. 5 DAIŞî hatin kuştin û 2 Pêşmergeyan jî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin, li eniya başûrê rojavayê Kerkûkê grûbek milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê êrişî Serbazgeha Keywan a Hêzên Pêşmerge kirin. Diêrişê de 3 milîtan hatine kuştin û 2 çekdaran jî xwe teqandin. Di dema pevçûnan de 2 Pêşmergeyan jî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Rudawê ku dispêre Fermandarê Pêşmerge li Eniya Başûrê Rojavayê Kerkûkê Hîwa Ebdullah, seet 02.45an berê sibê zû 5 milîtanên DAIŞê xwestine bi dizî bikin nav Serbazgeha Keywanê. Di dema êrişê de milîtanekî terorîst xwe di derî de diteqîne, di encam de pêşmergeyê zêrevan jiyana xwe ji dest dide. Paşî pêşmerge li wan vegeriyan û 3 terorîst kuştin. Di dema pevçûnan de terorîstekî din jî hate kuştin. Êriş hate têk birin. Lê di encama pevçûnê de 2 pêşmerge jî jiyana xwe ji dest dan.

Gundên derdora Serbazgeha Keywanê ereb in. Lewma tê lêkolînkirin ka ev çekdar ji wan gundan hatine yan ji Hewîce ve hatine. Milîtanên ku êriş kirine cilên pêşmerge li xwe kirine û rihê xwe jî qusandine.