11:43:27
Rojava News: Piştî 4 rojan li ser girtina nivîsgeha Emîndariya Giştî ya ENKSê ji aliyê Asayîşa Rojava ve, careke di endam û serkirdeyên ENKSê û di riya mangirtinekê re nivîsgeha emîndariyê vekirin.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, endam û serkirdeyên ENKSê Îro di bi riya mangirtinekê careke din nivîsgeha Emîndariya Giştî ya ENKSê li Qamişlo vekirin.
Desteya Hundirîn ya Cizîrê di 14 meha Adara 2017an de bi hinceta ku ENKSê destûra vekirina nivîsgehên xwe ji Rêveberiya Xweser wernegirtine, di heyama 24 demjimêran de nêzî 50 nivîsgehên bi ser ENKSê girtin.
Roja 2 Gulanê Emîndariya Giştî ya ENKSê li Qamişlo careke din nivîsgeha xwe vekir, lê dîsa hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ew nivîsgeh bi mûma sor girtin. Îro jî cara sêyem e ku ENKSê wê nivîsgehê vedike.
Endamê Emîndariya Giştî ya ENKS Mihsin Tahir ji K24ê re ragihand ku, ewê di vekirina hemî navendên ENKSê de berdewam bin û diyar kir jî ku di demek wiha de pêwîstî bi yekrêziya Kurdî heye, ne girtin û qedexekirina kar û xebatên partiyên siyasî.
Herwiha Tahir got, destê ENKSê ji bo yekrêzî û rêkxistina navmala Kurdî dirêj e, lê girtina nivîsgehan nakokiyên siyasî li Kurdistana Sûriyê gur dike.
