Di depoya çekan a YPGê de teqîn: birîndar hene

Di depoya çekan a YPGê de teqîn: birîndar hene

13:12:11

 

Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest, di depoya çekan a Yekîneyên Parastina Gel YPGê de teqînek rû da. Li gorî amareyên destpêkê birîndar hene.

Hat ragihandin ku teqînek di depoyeke çekan a YPGê li gundê Zexat yê Dêrikê rû da. Li gorî agahiyên nûçeya K24ê di teqînê de birîndar hene.

Şevê din teqînek di depoyên çekan yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Zexat li rû da, di encamê de hejmarek birîndar hene. Heta niha derbarê teqînê de tu daxuyanî ji terefê YPGê ve nehatiye dayîn.

Gundê Zexat 17 kîlometro li rojhilatê bajarê Dêrikê dikeve.