12:09:29
Rojava News: Çavkaniyek agahdar li rojavayê Kurdistanê ragehand, hêzên taybet ên Amerîkayê vê dawiyê fewcek leşker ji ciwanên kurd ên Kobanê pêkaniye û armanca vê fewcê jî bo parastina binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li navçeyên Kurdistanê û şerê DAIŞê li bakûrê rojhilatê Sûriyê ye.
Li gor nuçeya Bas newsê; ‘’Bi sedan ciwanên kurd çûne nav rêzên wê fewca leşkerî ku Amerîkayê li Kobanê hatiye ava kirin.
Herwaha diyar kir, ew ciwanane bi çûna nav wê fewca Amerîkî ve ji aliyêkê de bi zor bi çek kirina ango leşkeriya zorê ya PKKê jî direvin, ji aliyeke din ve jî mûçeyeke zêde ji aliyê Amerîkayê ve ji wan re tê dayîn.
Berî naha BasNewsê aşkera kiribû ku hêzên Amerîkayê piştî temambûna binkeyên leşkerî ku balefirgeh jî têdeye, binkeyên xwe li navçeyên Kurdistanê yên rojava vekirine, ku hêzeke leşkerî pêkbînin ji ereb û kurd.
Heman çavkaniyê amaje bi vê yekê jî kir, hêzên Amerîkayê grubek bo rakirina mayînan pêkanî û mûçeyê wan 1400 dolar e, lê yekîneyên kurdî re 400 dolar mûçe dide.
Herwaha hêzên Amerîkayê bi mercê ku berî naha di nav ti hêzeke çekdar a kurd de cîh ne girtibin wan xwebexşane verdigre, ku ji wan hêzan jî kes kêm nebe.
Herwaha heman çavkaniyê got, mûçeyê her çekdareke di wê fewcê de cîh digre ji 400 dolar heta 1400 dolarê Amerîkî digohere, li gor pisporî ew yek diyar dibe, di dema kuştin û mirina her xwebexşekê de jî 60 hezar dolar pare ji kesûkarê wî re tê dayîn.
Di derbarê erkê wan hêzên nû de jî heman çavkaniyê got: ‘’Heta naha ew xwebexşane li ser destên wan efserên Amerîkî tên perwerde kirin, dibe erk ji wan re dervey axa rojavayê Kurdistanê jî bê dayîn.’’
Hêzên Amerîkayê du binkeyên leşkerî li rojavayê Kurdistanê hene, yek ji wan li Kobanê ye, yê din jî li Rimêlan a bakûrê Sûriyê ye, ku karê lojîstîk bo piştevaniya hêzên Sûriyeya demokratîk li dijî DAIŞê tên bikaranîn.
