Hikûmeta Tirkiyeyê 300 kurdên penaber dersînor dike

Hikûmeta Tirkiyeyê 300 kurdên penaber dersînor dike

12:16:59

 

Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest, hikûmeta Tirkiyeyê 300 penaberên Sûriyeyê ku piraniya wan kurd in û li kampeke Colemêrgê ne biryar daye ku wan bişîne Herêma Kurdistanê.

Navenda Demokrasî ya mafê mirovan ku navenda wê li Almanyayê ye di daxuyaniyekê de ragihand ku zêdeyî 300 penaber piraniya wan kurd in û ji Sûriyeyê ne di kampekî navçeya Şemzînana Colemêrgê de girtîne ku Tirkiyê dixwaze wan bi zorê vegerîne Herêma Kurdistanê.

Komeleyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku Tirkiyê biryar daye di heyama du rojan dive vegerin Herêma Kurdistanê. 200 ji wan penaberan kurd ên Sûriyeyê ne û 100 penaberên din jî bi regez erebên Iraqê ne. Herwiha navendê bang li hikumeta Tirkiyeyê kir ku rewşa wan penaberan berçav bigre û wan venegerîne.