13:02:23
Rojava News: Li navçeya Sinûnê ya Şingalê gelek gorrên bi kom hatine dîtin û di wan gorran de 67 termên kurdên êzîdî hatine derxistin.
Rêveberê nahiya Sinûnê ya Şingalê, Nayîf Seydo ji BasNewsê re got, di encama lêgerîn û lêkolînan de 7 gorrên bi kom li Sinûnê hatine dîtin.
Nayîf Seydo da zanîn, di wan gorran de 67 pirûskên welatiyên êzîdî hatine derxistin û li mezargeha Şerfedîn hatine veşartin.
Seydo anî ziman ku di gorrekê de 36, di gorreka din de 27 û yên din jî di gorrên de hatine dîtin.
Rêveberê nahiya Sinûnê da zanîn ku du gorrên bi kom jî li devera Herdanê hatine dîtin û got, em daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê dikin wan gorran jî vekin.
Dema terorîstên DAIŞê êrişî devera Şingalê kirin, bi sedan kurdên êzîdî şehîd kirin û di gorrên bi kom de veşartin. Piştî azadkirina Şingalê ji aliyê Pêşmerge ve, bi dehan gorrên bi kom hatin dîtin.
