12:09:24 PM
RojavaNews: Piştî belavkirina Y.N.K.S ê ji destpêşxiriya di roja 10.5.2017 ji bo Yekrêziya tevgera siyasî ya Kurdî, lê mixabin asayîşa bajarê Rimêlan ya bi ser rêvebiriya xweser ve di roja şemiyê 13-5-2017 ji nişka venûçeya endamê desteya birêvebir ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya mamoste Berzan Liyanî binçavkir!.
Di dema ku Y.N.K.S bi yek dûrbûnê ji hemî layên tevgera siyasî diraweste, ew hemî girtin û binçavkirinên di ber raman û behweriyan de, û di serî de mamoste Berzan Liyanî şermezardike, û daxwaza serbestberdana wan di zûtirîn dem de dike.
Dubare Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya girtina bercewendiyên gelê Kurd di ser yên siyasî re dike, û vegera li dan û sitandina di navbera hemî layan de ew e ya rast û dirist bi armanca gihiştina hêviyên gelê Kurd.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
14-5-2017
