23:31:39
Rojava News: Di dîroka Iraqê de yekem jina ku bû pîlota balafira sivîl keçeke Kurd a 26 salî ye.
Hat ragihandin ku keça bi navê Werti Ebûbekir peyman bi Rêhewaya Iraqê re girê daye û wek jina yekem a balafirên rêwîyan li Iraqê dest bi kar kiriye.
Hat zanîn ku Werti Ebûbekîr li Denmarkê mezin bûye û li wir perwerdehîya firînê û pîlotîya balafirên sivîl wergirtiye. Keça Kurd a 26 salî 2 sal berê vegerîyaye Herêma Kurdistanê û demek berê jî bi fermî dest bi firandina balafirên rêwîyan kiriye.
Herwiha hat diyarkirin ku Wertiyê firînên xwe yên pêşî li Urdun, Lubnan û Misrê kirine.
