Neçîrvan Barzanî pîrovahiya Serokê nû yê Fransayê dike!

Neçîrvan Barzanî pîrovahiya Serokê nû yê Fransayê dike!

23:37:13

 

Rojava News: Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasibeta hilbijartin û destbikarbûnê, pîrozbahî li serokê nû yê Fransayê birêz Emmanuel Macron kir.

Ev jî deqa peyama pîrozbahiyê ye:

Bi navê gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi minasibeta hilbijartin û destbikarbûnê, pîrozbahiyê li serokê nû yê Fransayê birêz Emmanuel Macron dikim.

Serkeftina birêz Macron di hilbijartinên Fransayê de, serkeftina hêviya bi milyonan hevwelatiyên fransayî û zêdetir mokimkirina bingehên Yekêtiya Ewropayê bû, geşbînî ji bo geşkirina aşitî û aramiya navdewletî bi xwe re anî.

Serok Macron, jinavbirina terorê li serê lîsteya kar û xebatên xwe de dan, Herêma Kurdistanê jî ku, di şerê dijî terorê de pêşeng e, dixwaze têkeliyên siyasî û hevahengiya leşkerî digel Fransayê xurtir bike daku aşitî û aramî li devera Rojhilata Navîn ku, deverek neram e,  bi cî bibe.

Têkeliyên dîrokiyên navbera her du gelên Kurdistan û Fransayê de hêjayî behiskirinê ne. Di nava sed salên borî de, dema gelê me di nava êş û azaran de bû, Fransa destê alîkariyê ji bo hevwelatiyên Herêma Kurdistanê dirêj kir. Em bi hêvî ne ku, di dema seroaktiya birêz Emmanuel Macron jî de têkeliyên dualî zêdetir berfireh û geştir bibin.

Her bi vê minasibetê, ez dixwazim sipasiya serokê berê yê Fransayê birêz François Hollande bikim ku siyaseteke navdewletî ya serkeftî peyrew kir  û têkeliyên Fransayê digel Herêma Kurdistanê bihêz kirin.

Careke din pîrozbahiyê li gelê Fransa û serok Emmanuel Macron dikim.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

14.05.2017