11:16:51
Rojava News: Li gorî daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer, ji bo yekbûna hêzên pêşmergeyên Kurdistanê Amerîka, Îngîltere û Almanya roleke girîng dilîzin.
Cebar Yawer ragihand ku komîsyoneke hevbeş a şêwirmendên Amerîka, îngîltere, Almanya û Wezareta Pêşmerge dê were avakirin û ji bo yekbûna hêzên Pêşmerge wê bixebitin.
Yawer di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî ku projeya yekkirina hêzên Pêşmerge ji aliyê Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê ve hate pesendkirin, komîsyoneke hevbeş a şêwirmendên Amerîka, Brîtanya, Almanya û Wezareta Pêşmerge, dê serpereştiya cîbicîkirina vê projeyê bikin û pêwîstiyên vê projeyê jî dê werin dabînkirin."
Sekreterê Wezareta Pêşmerge di dirêjiya axaftina xwe d got: "Em ê ji hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge fewc an jî lîwayekî werbigrin. Paşî ew dê werin perwerdekirin, hemû dosyayên wan werin amadekirin. Li gorî pişkinîn û mercên leşkerî beşdarî Wezareta Pêşmerge bibin. Ji sala 2010ê heta 2012an me 12 lîwayên piyayî yên pêşmergeyan di dîwana Wezareta Pêşmerge de kirin yek. Ev hêz jî dê bi heman awayî werin sererastkirin, pêwîstiyên wan ên çek û kelûpelên serbazî werin dabînkirin."
