Xwecehiya ENKSê li Girkê Legê daxwaza serbest berdana rojnemevan Barzan Hisên Dike

Xwecehiya ENKSê li Girkê Legê daxwaza serbest berdana rojnemevan Barzan Hisên Dike

2:11:30 PM

RojavaNews: Xwecehiya Girkê Legê ya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek derbarê girtina Nûçekhanê ARKê de belavkir .

Di daxuyaniya Xwecehiyê de hatiye ku , di berdewamiya kiryarên li dijî piransîpên Dîmuqratiyê û mafê Mirovan di derheqê Encûmena Niştîmaniya Kurdî û partiyên wê ji girtina Ofîsên Xwecehî û girtina Endam û Çalekvan û raghankar an, ku hêj Endamên Emîndariya giştî Fesla Yûsif ,Mehsin Tahir û Husam Emîn di girtîgihên PYDê dene.

Her di wê daxuyaniyê de hatiya ku roja Şemiyê 13 . 5 . 2017 çekdarên PYDê nûçegihanê ARKê li bajarê Rimêlanê girtin û ew beriv devereke nenas ve birin.

Xwecehiya Girkê Legê di wê daxuyaniyê de girtina hemû girtiyên Siyasî û Rojnemevanan şermezar kir û tekez kir ku ew kiryar nakevin di xizmeta doza Kurdî de,û   daxwaza serbest berdana wan kir.