12:10:10
Rojava News: Serokê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemedê Hecî Mehmûd ragihand ku di mijara referandum û serxwebûnê de divê kurd guhdariya tu kesî nekin.
Serokê PSDK Mihemedê Hecî Mehmûd di axaftina xwe de ragihand ku iraqî li ser mijara referandum û serxwebûna Kurdistanê bûne du alî. Aliyek ji kerba dibêje bila kurd ji Iraqê cihê bibe û dewleta xwe ava bike, aliyê din jî ku qaşo xwe wek dostê kurd dibîne dibêje niha ne dema wê ye.
Hecî Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de got: Her du alî jî referandum û serxwebûna Kurdistanê qebûl nakin lê her yek bi zimanekî vê yekê dibêje. Divê kurd guh nedin tu kesî. Nabe em li benda tu kesî bin divê em biryara xwe bi destê xwe bidin. Ji xwe di nav kurdan de jî kes nikare li dijî referandumê derkeve. Li Kerkûkê dema alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî hat bilindkirin, zêdebarî ku haya hinek partiyan jê nebû lê dîsa jî tu kes li dijî wê yekê derneket.
Mihemedê Hecî Mehmûd di dawiya axaftina xwe ya ji bo îhtimala derketina şer di navbera Heşdî Şebî û hêzên Pêşmerge de li Şingalê jî got: "Ez bawer nakim şîe û Heşdî Şebî bi kurdan re şer bikin, eger ew şerê kurdan bikin wê çaxê bizmarekî li tabûta xwe didin."
