Projeya Artêşa Pêşmerge li ber temambûnê ye

Projeya Artêşa Pêşmerge li ber temambûnê ye

12:14:52

 

Rojava News: Hat ragihandin hêzên peşmerge ji bo ku bibin artêşek fermî, projeyek ji aliyê pîsyorênn DYA, Almanya, Brîtanya û Wezareta Peşmerge ve tê amadekirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin proje li ber temambûnê ye. Cebbar Yawer, Berdevkê Wezareta Pêşmerge beyanatek da televizyona K24 û destnîşan kir ku bi saya serê yekbûna fermandariyên 70. û 80. heya niha 120 hezar pêşmerge di bin baneyekê de kom kom bûne. Her wiha tevli 43 hezar pêşmergeyên ku girêdayî Wezareta Pêşmergene, dê ev hejmar bigihîje 163 hezaran.

Cebar Yawer destnîşan kir projeya ku ji aliyê pisporên amerîkî, almanî û brîtanî ve tê amadekirin heya dawiya îsal temam bibe.Yawer her wiha bibîr xist hin xalên dî yên projeyê, dibe ku sererastkirina wan ji salekê zêdetir bidom e. Piştî vê projeyê pêşmerge dê maeşên leşkerên artêşan bistînin. Ji bo vê jî divê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve, sîstema maeşên pêşmergeyan wek yên Artêşa Iraqê bê sererastkirin.