Selmas: Zilamekî 6 xizmên hevjîna xwe kuşt

Selmas: Zilamekî 6 xizmên hevjîna xwe kuşt

12:55:53

 

Rojava news: Li navçeya Selmasê ya parêzgeha Urmiyê, ji ber nakokiyeke nav malbatê, zilamekî 6 endamên malbata hevjîna xwe kuşt û 2 zarok jî birîndar kir.

Li gorî nûçeyên ajansan, roja 17ê Gulanê, li navçeya Selmasê zilamekî bi gulle êrîşî xizmên hevjîna xwe kir û 5 kes kuşt û 3 kes jî birîndar kir. Lê paşî yek ji wan birîndaran jî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî ragihandina Fermandariya Selmasê, bûyer ji ber nakokiya kujer û malbata hevjîna wî rûdaye. Piştî bûyerê jî kujerê 6 kesan reviye.

Di bûyerê de zarokekî 2 mehî û keçekê 8 salî jî birîndar bûne.

Hate ragihandin, ku polîs bûyerê lêkolîn dikin û hewla girtina kujer didin.