23:26:02
Rojava News: Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, siyaseta PKKê li Rojavayê Kurdistanê bin ketiye û Rojavayê Kurdistanê xistiye nav kirîzê.
Îbrahîm Biro ji BasNewsê re got, PKK ew çekên ku ji hêzên hevpeyman distîne li dijî endamên ENKSê bikar tîne. Her roj heval û serkirdeyên me digirin û direvînin.
Ev karên PKKê zilma rêjîma Sûriyê tîne bîra mirov. Êdî ev zilm ji aliyê hêzeka kurdî ve li dijî kurdan tê kirin. Tevahiya cîhanê dixwazin kurd bibin yek lê PKK li dijî vê yekê ye.
Serokê ENKSê her wiha got, PKK dixwaze di navbera kurdan de fitnetiyê bike, siyaseta wê li Rojavayê Kurdistanê bin ketiye ji ber wê jî destê xwe werdide Başûrê Kurdistanê. PKKê Bakûrê Kurdistanê wêran kir niha jî dixwaze bi destê PYDê Rojavayê Kurdistanê wêran bike. PYD qaşo xwe bê alî nîşan dide lê hemû kes dizane ku fermana wan di destê Qendîlê de ye.
Biro behsa girtiyên ENKSê jî kir û got, li girtiyên me didin û wan tehdîd dikin. Em ji Amerîka û hêzên hevpeyman bi gazind in ji ber ku em qebûl nakin ew bi hêceta şer, li hember dîktatoriya PKKê li Rojavayê Kurdistanê bêdeng bimînin.
