Nêçîrvan Barzanî di gel lijna petrol û xazê li civata nunerên Îraqê kombu

Nêçîrvan Barzanî di gel lijna petrol û xazê li civata nunerên Îraqê kombu

Rojava News: Serok wezîrên herêma Kurdistanê radigihîne; hikûmeta herêmê di pirsa derxistin, lêgeryan û firotina petrolê da, çi tiştekî derveyî destûr û qanûnê nekirîye.

Nêçîrvan Barzanî ev çend di çareva kombûnekê da digel lijna neft û xazê li civata nûnerên Îraqê ragîhand û dîyar kir, herêma Kurdistanê di çarçeva wan mafîn di destûrê herdemî ya Îraqê da bo hatîne destinîşan kirin, serederî digel dosya petrolê kirîye her ji qonaxa lêgeryan, derxistin û heta qonaxa firotina wê.

Got jî: tevaya vê proseyê û herwesa sîyaseta petrola herêma Kurdistanê li ser binemayê destûrê Îraqê hatîye dariştin û ji ber vî çendê jî lijna neft û xazê xwest, her çi duvçunek pêdvî bibe bike.

Di wê kombûnê da ku cîgirê serok wezîran û wezîrên peywendîdar di berhevbûn, rêkeftina Hewlêr û Bexda, hinartina petrolê û rolê lijna neft û xazê di pirsa çavdêrîkirina rêkeftinê da û herwesa hemahengîya navbera Hewlêr û Bexda li dor pirsên asê danustandin li ser hatine kirin.

Nêçîrvan Barzanî di vê derbarê da, carek din pabendîya herêmê bi rêkeftina di gel Bexda dupat kir.