11:00:00 AM
RojavaNews: Serokê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa îro koça dawî kir.
Newşîrwan Mistefa ji sala 2009 ve heta dema wefata xwe di 19ê Gulana 2017ê de Serokê Giştî yê Goranê bû.
Berdevkê Fermî yê Tevgera Goranê Şoriş Hacî di daxuyaniyekê ku ji televizyona fermî ya vê tevgerê ve hat belavkirin, ku Newşîrwan Mistefa îro înê 19ê Gulanê di saet 08:00ê serê sibê koça dawî kir.
Şoriş Hacî di daxuyaniya fermî ya bi navê Tevgera Goranê ve, hevxemiya xwe û Tevgera Goranê li gel malbat û kesûkarên Newşîrwan Mistefa anî ziman.
Hacî herwiha destnîşan kir, ku Goran dê li ser rêbaza wê serkirdeyê mezin ji bo xizmeta neteweya Kurd berdewam be.
