3 serkirdeyên PDK-Sê ku ji aliyê PKKê ve hatine revandin ne diyarin!

3 serkirdeyên PDK-Sê ku ji aliyê PKKê ve hatine revandin ne diyarin!

10:24:23

 

Rojava News: Sê endamên polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) ji aliyê PKKê ve hatine revandin û nayê zanîn çi hatiye serê wan.

Sê endamên polîtburoya PDK-Sê (Muhsin Tahir, Neşet Zaza û Beşar Emîn) ku  ji aliyê PKKê ve hatibûn girtin nayê zanîn li ku ne û çi hatiye serê wan.

Li gor zanyariyan Neşet Zaza çend roj berê li bajarokê Tirbespiyê hatibû revandin. Çekdarên PKKê derengiya şevê ketibûn mala wî û ew revandibûn. Nayê zanîn çi hatiye serê wî.

Herweha  şeva borî jî çekdarên PKKê ketibûn mala Beşar Emîn û hevjîna wî jî revandibûn