Li Girê Spî teqîn: Birîndar hene

Li Girê Spî teqîn: Birîndar hene

11:37:20

 

Rojava News: Li başûrê Girê Sipî ya Rojavayê mayin teqiya. Hate ragihandin ku 4 kes di encama teqînê de birîndar bûne.

Çavkaniyekê ji Girê Sipî ragihand ku bi sedema teqîna mayineke çandî, li gundê Tel Elsemin 4 kes birîndar bûn.

Li gorî ragihandina çavkaniyê di encama teqîna mayina çandî ji bermayên DAIŞê birîndar bûne û niha jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Hate eşkerekirin ku rewşa tenduristiya birîndaran baş e.

Gundê Tel Elsemin 60 kîlometro dikeve başûrê Girê Sipî. Li wan navçeyan jî çekdarên DAIŞê, berî ku bêne derxistin, mayin çandibûn.