Di teqîna bajarê Girê Spî de 4 kes birîndar bûn!

Di teqîna bajarê Girê Spî de 4 kes birîndar bûn!

11:10:02

 

Rojava News: Li başûrê Girê Sipî ya kurdistana Rojava mayin teqiya  di encama 4 kes birîndar bûn.

Doh roja Yekşemê 21.05.2017 û li gor çavkaniyekê ji Girê Sipî ragihand ku bi sedema teqîna mayineke çandî, li gundê Tel Elsemin 4 kes birîndar bûn.

Li gorî ragihandina çavkaniyê di encama teqîna mayina çandî ji bermayên DAIŞê birîndar bûne û niha jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Hate eşkerekirin ku rewşa tenduristiya birîndaran baş e.

Gundê Tel Elsemin 60 kîlometro dikeve başûrê Girê Sipî. Li wan navçeyan jî çekdarên DAIŞê, berî ku bêne derxistin, mayin çandibûn.