Efrîn: Li ser sînor şer û pevçûn

Efrîn: Li ser sînor şer û pevçûn

12:13:42

 

Rojava News: Ji ber êrişa çekdarên Dijbereya Sûriyê û hêzên Operasyona Mertala Firatê bo ser çend gundên herêma Efrînê, li ser sînorê wê herêma Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn çê bûn.

Li gor hin çavkaniyên deverê; hêzên Dijbereya Sûriyê ku ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve tên piştevanîkirin, gundên ser bi bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ve topran kirin.

Li gor daxuyaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro yekşembiyê êrişî Hiseya, Semoqa, Oolsrûc, Til Şeîr, Herbel û Til Medîq ên herêmên Şehbayê kirin

Şervanên Ceyş El-Suwar (Artêşa Şoreşgeran) ku hêzeke ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ye, bersiva êrişê çekdarên dijbereyê dan û şer derket.

Herwiha doh şembiyê çekdarên Dijbereya Sûriyê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên piştevanîkirin, êrişî gundên Merenez, Eyn Deqnê û Vîla Qadî yên girêdayî Efrînê kirin.

Hat ragihandin, ku çekdarên dijbereyê nêzikî 60 gulleyên topê avêtine heman gundan.

Herweha di heman rojê de li Efrînê hêzên Dijbereya Sûriyê êrişî Girê Îska yê ser bi nahiyeya Şêrava kirin. Di encama vê êrişê de 3 çekdarên Dijbereya Sûriyê hatin kûştin û 6 jî birîndar bûn.

Di encama êrîşa çekdarên Dijbereya Sûriyê boser Efrînê de, 2 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest da