12:35:40
Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê li bajarê Silêmaniyê serdana qebra kordînatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa bike û tacegulekê li ser dayne.
Peyamnêrê BasNewsê ragihand, qasekî beriya niha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî gihîşt bajarê Silêmaniyê û dê piştî demek din serdana qebra Newşîrwan Mistefa bike.
Nêçîrvan Barzanî dê tacegulekê li ser qebra Newşîrwan Mistefa dayne û fatiheyekî li ser qebra wî bixwîne.
Li gorî agahiyên BasNewsê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê bi rayedarên YNKê û hinek partiyên din re jî hevdîtin bike.
Newşîrwan Mistefa roja 19 vê mehê li Silêmaniyê wefat kir. Termê wî roja 20 vê mehê li girê Zergete li Silêmaniyê hat veşartin.
