Mesrûr Barzanî ligel Sînatorê Komariyan John McCain dicive

Mesrûr Barzanî ligel Sînatorê Komariyan John McCain dicive

13:12:06

 

Rojava News: Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê ligel Sînatorê Komariyan John McCain civiya.

Şerê DAIŞê û hevkarîkirina Pêşmerge, tewerên sereke yên civînê bûn.

Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeke bilind li Amerîka, berî wê li Koşka Spî ligel Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka Herbert McMaster û Mezin Şêwirmendê Donald Trump Jared Kushner civiyabû.

Herwiha simînarek li navenda li navenda bi navûdeng a Heritage derbarê rewşa Iraq, navçê û Herêma Kurdistanê piştî qonaxa DAIŞê de pêşkêş kir.

Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê bo Washingtonê ji Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdilrehman pêk hatibû.