Rojava News: Hêzên Pêşmerge li bintara Kaşê Miştenûrê yê Kobanî baregehek leşkerî vedikin. Her wiha hat zanîn ku çaremîn yekîneya Pêşmerge dê di demek nêzîk de derbasî Kobanî bibe.
Şer û operasyonên rizgarkirina herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê didomin.
Li gor hatiye daxuyandin ji aliyê fermandarê pêşmerge li Kobanê Muslih Zêbarî; hêzên kurdî roj bi roj zêdetir pêşde diçin û heta niha herî kêm 150 gund hatine rizgarkirin.
Muslih Zêbarî da zanîn ku çekdarên DAIŞê niha 35 km dûrî bajarê Kobanî ne.
Wî fermandeyê Pêşmerge her wiha ragihand, hêzên Pêşmerge yên ku li Kobanî dimînin dê li bintara Kaşê Miştenûrê yê Kobanî ji xwe re baregeheke leşkerî vekin û tê de bimînin.
Muslih Zêbarî eşkere kur ku çaremîn yekîneya Pêşmerge jî xwe hazir dike derbasî Kobanî û got, ew yekîne jî ji 150 pêşmergeyan pêk tê û dê hefteyek din derbasî Kobanî bibin.
Li gorî wî fermandeyê Pêşmerge, çaremîn yekîna Pêşmerge li benda fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.
