Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Xwe Ya Ji Bo Rawestandina Piştgirya Milîsên PYDê Carek Din Dubare Dike

Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Xwe Ya Ji Bo Rawestandina Piştgirya Milîsên PYDê Carek Din Dubare Dike

10:00:45 PM

RojavaNews: Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dubare daxwaz ji aliyên piştgiriyê didin milîsên PYDê kir ku li xwe vegerin û fişaran li wan bikin ta ku dest ji kiryar û tawanên xwe berdin.

Hevbendiyê dît ku ev milîs tundutîjî û terorê bikar tînin nemaze di derheqê ENKSê de û kiryar û tawanên wê berovajî daxwaz û berjewendiyên xelkê Sûriyê dîtin.

Hevbendiya Niştimanî, kiryarên tepeserî û tawanên metirsîdar yên van milîsan şermezar kirin, û hevdem tekez kir ku ew kiryar nayên pejirandin û şermezarkirî ne, û pêwîst e encamdarên wan bêne dadgehkirin.

Hêjayê gotinê ye ku milîsên "PYD"ê du endamên pîlotbîroya siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya li bajarê Hesekê revandin, piştî revandina 3 endamên ENKSê (ya pêkhateyeke sereke ye di Hevbendiyê de), tevî revandina du rojnamevan û peyamnêran ku hêjî çarenivîsa wan ne diyar e. Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî