Nêçîrvan Barzanî: Îtalya yekem welat bû ku ji bo Kurdistanê hewl da

Nêçîrvan Barzanî: Îtalya yekem welat bû ku ji bo Kurdistanê hewl da

11:57:54

 

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Îtalya Vincenzo Amendola de, ji ber alîkarî û piştgiriya wî welatî bo Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de, spasiya Îtalya kir.

Êvariya roja pêncşembiyê 25ê Gulanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokwezîrê Îtalya Vincenzo Amendola û şandeke pê re kir.

Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îtalya keyfxweşiya xwe nîşan da, ku serdana Kurdistanê kiriye û qehremaniya Pêşmerge û xelkê Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê û hewandina hejmareke zêde ya aware û penaberên destê terorê, bilind nirxand.

Vincenzo Amendola di vê hevdîtinê de, amaje bi hevkarî û hemahengiya navbera Hêza Pêşmerge û wê hêza Îtalyayê kir, ku ji bo parastina tîmên îtalî û şîrketên wî welatî yên ku karê nûjenkirina Bendava Mûsilê dikin, li wê derê hatiye bicihkirin.

Amendola behsa pêwendiyên du alî yên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê jî kir û hebûna têkiliyên navbera her du welatan bilind nirxand û tekezî li ser zêdetir xurtkirin û berdewamiya wan pêwendiyan kir.

Cîgirê Serokwezîrê Îtalya tekezî li ser berdewambûna alîkarî û piştevaniya wî welatî bo Herêma Kurdistanê, di warên cuda cuda de jî kir.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de herwiha hatiye, ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî di vê hevdîtinê de spasiya serdana vê şandê û alîkariyên berdewam ên Îtalya bo Herêma Kurdistanê kir û got: “Bi taybetî di destpêka êriş û metirsiyên terorîstên DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê de, weke yekemîn serkirdeyê cîhanê, birêz Serokwezîrê Îtalyayê serdana Herêma Kurdistanê kir û ev yek jî piştgiriyeke gelek bihêz a manewî bû ji b o Kurdistanê di vî şerî de.”

Serokwezîr Barzanî amaje bi rewşa Iraqê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî kir û got: “Pêwendiyeke asayî di navbera her du aliyan de heye û di operasyonên rizgarkirina Mûsilê de pêwendî û hevkariyên baş di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hene.”

Barzanî behsa berdewamiya hin arîşe û nakokiyên di navbera Kurdistan û Iraqê de jî kir û diyar kir: “Lê belê komek mijarên din di navbera her du aliyan de hene, ku heta niha hewlên cidî bo çareserkirina wan nehatine dayîn, lê belê em amade ne ji bo gotûbêj û diyaloga bi Bexdayê re.”