12:18:06
Rojava News: Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragehand ku, dibe ku, bûyerên tûnd li li bakurê Sûriyê zêde bibin û rewşa Kurdistana Rojava aloz bibe.
Îro, roja Pênşemê25.05.2017 Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, dibe ku, ji ber êrîşên Tirkiyê li dijî Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) rewşa bakurê Sûriyê(Kurdistana Rojava )aloz bibe.
Zaxarova got: "Gefên ku ji Enqereyê ku operasyonekê berfireh li hemberî Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) û şerên di navbera hêzên çekdar ên nefermî yên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike û hêzên kurdan de, dide nîşandan ku ihtîmal bûyerên tûnd li bakurê Sûriyeyê zêdetir bibe."
Berî niha Hikumeta Tirkiyê ragehandibû ku, ew xwe jib o aoperasyoneke berfireh li dijî Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) ku, hêza wê ye serke YPGê ne xwe amade dikin.
