Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavrov li Rûsyayê dicivin

Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavrov li Rûsyayê dicivin

12:27:43

 

Rojava News: Di destpêka meha bê de, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li bajarê Saint Petersburg ê Rûsî ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dicive.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova ragihand, di destpêka meha bê de hevdîtina Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Saint Petersburg birêve diçe.

Biryar e di dawiya vê mehê de û bi mebesta beşdarîkirina di Lûtkeya Aborî ya Saint Petersburgê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Rûsya bike û çendîn hevdîtin û civînên girîng ligel berpirsên pilebilind ên Rûsyayê bike.