Îran dîrok û xwezaya Kurdistanê talan dike!

Îran dîrok û xwezaya Kurdistanê talan dike!

13:22:42

 

Rojava News: Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê, li ser çêkirina bendavan û xerakirina xweza û dîroka bajarên kurdan raporek weşand.

Di ropara Komeleya Mafên Mirovan de hat destnîşankirin ku Îran hewil dide bi talankirina serçaveyên avê yên bajarên kurdan xwezaya devera Kurdistanê xera bike.

Li gorî raporê li bajarên Sine, Ûrmiye, Kirmaşan û Îlamê projeyên bendavan yên li parêzgehên eyaleta Kurdistanê berdewam dikin ku li parêzgeha Sine 18 bendav, li Ûrmiyê 52 bendav, li Kirmaşan 22 bendav û li Îlamê jî 40 bendav di pênc salên dawî de hatine çêkirin û çêkirina hinek ji wan bendavan jî berdewam dike.

Komeleya Mafên Mirovan ser kavilkirina dîroka herêma Hewremanê û got: "Di cîhanê de çemê herî kurt yê bi navê Kanî Bil li vî parçeyê Kurdistanê ye. Niha tê xwestin ku ev çem were têkbirin û bixin bin vê bendavê. Li aliyê din bendavek din li ser çemê Simre hatiye çêkirin ku bûye sedema tunekirina berhemên dîrokî yên Îlamê." 

Di raporê de yek bi yek behsa wan bendavan û ziyanên wan ên digihe dîrok û xwezayê tê kirin û wiha tê gotin: "Tevahiya van projeyên çêkirina bendavan bi armanca dabînkirina ava vexwarina bajaran û pêşxistina çandiniyê hatine çêkirin. Mixabin di pratîkê de tiştên cuda tê dîtin û komara Îslamî ya Îranê bi talankirina serçaveyên avdaniya Rojhilatê Kurdistanê hewil dide xwezaya Kurdistanê têk bibe û herêmên Kurdan birçî bike. Ev mijar li gorî xala 55 ya konferansa Lahey ya sala 1907an û konferansa Cenevre talankirina serçaveyê xwezayê dibin desthiladariya dewletan de bi temamî hatiye qedexekirin."