07:06:20
Rojava News: Berpirsekî Şepêla Paşerojê ragihand ku PKK bi biryareke ne rewa ve dê 5 serkirdeyên ENKSê dadgeh bike.
Ebdulselam Osman ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro PKK biryar daye ku Fesla Yûsif, Beşar Emîn, Muhsin Tahir, Silêman Oso û Emîn Husam dadgeh bike. Ev biryareke ne rewa ye û ji hemû cîhanê re eşkere bûye ku PKK çi zilm û zordariyê li xelkê Rojavayê Kurdistanê dike.”
PKK, Rojavayê Kurdistanê dagîr kiriye û ti kesê dervey xwe qebûl nake. Yên ku nakeve bin siya wê de, rastî zilmeke mezin tê û yan tên kuştin û yan jî dikevin binê zindanan û yan jî wan nefî dikin.”
