Îbrahîm Biro : Em ê binpêkirinan bigihînin ber destê civaka navdewletî!

Îbrahîm Biro : Em ê binpêkirinan bigihînin ber destê civaka navdewletî!

15:21:35

 

Rojava News: Serokê Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ragihand ku ew amadekarîyê dikin binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojava bigihînin ber destê civaka navdewletî.

Li gor nûçeya kdp.infoyê Biro rêveberîya Rojava bi girtin, revandin û kuştina endamên ENKSê tawanbar kir û got: "Me komek belge û dukument kom kirine û emê bigihînin destê civaka navdewletî."

Biro da zanîn, hîn 10 rêveberên ENKSê di zindanan de girtî ne û ew dê li hemberî wan kiryaran xwepêşandanên xwe berdewam bikin.