09:20:04
Rojava News: Li bajarê Qamişlo, Endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza ji girtîgehên Rêveberiya Xweser hat azadkirin.
Doh endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Neşet Zaza piştî 14 rojan ji girtîgehên Rêveberiya Xweser ma, serbest hate berdan.
Endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza roja 18 Gulanê ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatibû binçavkirin.
Her îro, Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif jî ji girtîgehên Rêveberiya Xweser hatibû azadkirin.
Tê zanîn hîn endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulah, endamê Polîtburoya PYKS, endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam jî girtî ne.
