Jibo Sûriyê Nêçîrvan Barzanî wê bi Botîn re bicive

Jibo Sûriyê Nêçîrvan Barzanî wê bi Botîn re bicive

6:02:38 PM

RojavaNews: Biryare Serok wezîrê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel serokê rûsyê Filadîmêr Botîn re  bi cive ew jî li dîdargeha san bitrisbirg ya abûrî ya cîhanî ku, îro dest pê dike .

Kirêmilina rûsî ew civîna ku biryare were li darxistin di navbera barzanî û Botîn de eşkerekir.

Herweha Yorî Yokaşakof rawêjkarê serokê Rûsiyê diyar kir ku wê ew civîn şerê li djî terorê û kirîza Sûriyê û hin pirsên dî lixwe bigre .

Hêjayî gotinê ye ku serok wezîrê  herêma kurdistanê nêçîrvan Barzanî duh paş nîvro gihişt bajarê san bitrisbirg ji bo beşdariyê di dîdargeha san bitrisbirg ya abûriya cîhanî de bi ke ku sed û sih serok û serok wezîr beşdariyê têde dikin .