Balafiran li DAIŞê dan: 29 kuştî

Balafiran li DAIŞê dan: 29 kuştî

Rojava News:  Li Deşta Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê, balafirên şer li çekdarên DAIŞê dan, di encamê de herî kêm 29 çekdar hatin kuştin.

 

Fermandeyê eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî daxuyandiye ku,  şevêdin balafirên şer ên Amerîka û hêzên hevpeyman li nêzîkî gundê Sultan Ebdullahê yê Mexmûrê karwanekê DAIŞê dane ber bombeyan.

 

Sîrwan Barzanî da zanîn, di encamê de 3 otomobîlên DAIŞê hatin rûxandin û 29 çekdar jî hatin kuştin.

 

Gundê Sultan Ebdullah, gundekî ereban e û li bintara bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê ye. Çekdarên DAIŞê li bakurê rojavayê wî gundî ne ku 2 km dûrî çemê Dîcle ne.