Qamişlo... ENKS xwenîşandanekî li dijî kiryarên PYD li dar dixe

Qamişlo... ENKS xwenîşandanekî li dijî kiryarên PYD li dar dixe

3:28:34 PM

RojavaNews: Encûmena Niştîmanî ya kurdî li Sûriyê wê xwenîşandanekê li nava bajarê Qamişlo yê kurdistana Sûriyê li dijî kiryarên PYDê li darbixe.

Li dijî berdewamiya siyasetên revandinê û xweferizkirinê  yên partiya Yekîtya Dîmoqratîk PYD, Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê wê roja çarê vê mehê demjimêr pêncê êvarê li pêşiya ofîsa Netewên Yekgirtî ya li bajarê Qamişlo xwenîşandanekê li darixbe.

Ji bo  amadekariyên wê xwenîşandanê jî komîteke taybet ji hersê xwechiyên bajarê Qamişlo yên ENKS hatiye avakirin.

li derveyî kurdistana Sûriyê jî ENKS dest bi xwenîşandanan kiriye.