12:46:45
Rojava News: Tê gotin ku PKK û Heşda Şeibî dixwazin deriyekî sînorî di navbera Rojavayê Kurdistanê û Iraqê ve vekin.
Çekdarên Heşda Şeibî bi hêceta şerê DAIŞê beşek mezin ji sînorê navbera Iraq û Rojavayê Kurdistanê girtine û li hinek deveran jî derbasî nav Rojava bûne û hinek gund jî girtine.
Endamê rêveberiya ENKSê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê Mervan Hamid ji BasNewsê re got, PKK û PYDê dest bi lêdana xendeq û tunêlan li ser sînorê Iraq û Rojava kirine û dixwazin deriyekî sînorî jî di navbera Rojava û Iraqê de vekin bo bazirganî ticaretê.
Mervan Hamid her wiha got, dibe ku di navbera PKK û Heşda Şeibî de jî tifaq hebe bo vê yekê çimkî Heşda Şeibî li ser sînor bicîh bûye.
Şêwirmendê PYDê Sîhanok Dîbo jî agahiyên wî rayedarê ENKSê piştrast kiriye û gotiye ku ew dixwazin pêwendiyên xwe bi Iraqê re daynin.
Dîbo her wiha gotiye ku pêwendî û hevkariya PYDê bi Iraqê re bo aramiya deverên sînorî gelekî girîng e ji ber wê jî Bexda bo Rojava girîng e.
