Rojava News: Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, dema leşkeriya neçar du mehên din ji aliyê PYDê ve hat dirêjkirin.
Desteya Parastinê ya Efrînê ji rêveberiya PYDê daxwaz kiribû ku heyama leşkeriyê li wê herêmê 3 mehan dirêj bike lê rêveberiya PYDê tenê rizamendî li ser 2 mehan nîşan da.
Dema leşkeriya neçar beriya niha 9 meh bû lê bi vê biryarê re bû 11 meh.
Çekdarên PYDê bi darê zorê xort û keçên Rojavayê Kurdistanê çekdar dike û şerê herêmên ku ne Kurdistan in, bi wan dide kirin.
