ENKS li pêşiya nivîsîngeha Netewên Yekgirtî li dijî kiryarên PYD derket xwepêşandanê

ENKS li pêşiya nivîsîngeha Netewên Yekgirtî li dijî kiryarên PYD derket xwepêşandanê

12:32:48

 

Rojava News: Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo mangirtinek ji bo girtiyên di zindanên Rêveberiya Xweser de lidar xist.

Li ser biryara Emîndariya Giştî ya ENKSê, hijmarek ji serkirde û cemawerên ENKSê li pêş nivîsîngeha Netewên Yekgirtî ya li bajarê Qamişlo mangirtinek bi armanca serbestberdana girtiyên di zindanan de lidar xistin.

Tê zanîn endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulah, endamê Polîtburoya PYKS Silêman Oso,  endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne.