Çekdarên PKKê ji bo derketina wan molet daye Pêşmergeyên rojava!

Çekdarên PKKê ji bo derketina wan molet daye Pêşmergeyên rojava!

13:07:50

 

Rojava News:  PKKê fermaneke nû derxist û moleta yek heftiyê da malbatên Pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê û daxwaz li wan dike yan rojavayê Kurdistanê derkevin, an jî ji rêzên Pêşmerge derkevin.

Endamê desteya xwecihî ya encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS)ê Şervan Hacî di daxuyaniyekê de ragihand ku: ‘’PKKê fermanek nû derxistiye. Li gor vê fermanê divê ti malbatek li rojavayê Kurdistanê nemîne ku kurê wan di nav hêzên Pêşmergeyên Roj de bin. Ev ferman li Amûdê destpê kiriye û moleta yek heftiyê daye wan malbatan.’’

Herwaha got: ‘’Beşek zêde li kesûkarên Pêşmerge û alîgirên ENKSê di tirseke mezin de dijîn, ji ber gef li wan hatine kirin û metirsiya çek li hember wan bikaranînê heye.’’