Li 18 gundê Licê qedexe hat ragihandin

Li 18 gundê Licê qedexe hat ragihandin

13:48:19

 

Rojava News. Hat ragihandin ku li 18 gundên navçeyên Licê ji ber operasyonên leşkerî qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê ji bo operasyona leşkerî ya li dijî çekdarên PKKê li 18 gund û mezrayên navçeya Licê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de got: "Li herêma ku wê operasyona leşkerî were lidarxistin ji bo ewlehiya can û malê welatiyan û li gorî Qanûna Îdareya Bajêr a bi hejmara 5442an li gundên Akçabudak, Ortulu, Ulucak, Saydamli, Kiliçli, Yorulmaz, Guldiken, Uçdamlar, Baharlar, Bayirli, Hedik, Tuzlakoy, Yamaçli, Kiralan, Dernek, Konuklu, Yunluce û li Yaprakkoy qedexeya derketina derve hatiye ragihandin."