Li gundewarê Kobanî 5 roj in elektrik tunneye!

Li gundewarê Kobanî 5 roj in elektrik tunneye!

Rojava News: Li gundên bajarê Kobanî  5 rojin av hatiye birîn û elektrîka deverê jî tunneye.

Li gor ku çavkaniyekê ji gundewarê Kobanî daye xuyakirin: Bi kêmayî 5 rojin li ser gundewarê Kobanî av û elektrîk hatiye birîn. Xelkê deverê ji ber nebûna avê di rewşeke nebaş de jiyan dikin.

Her weha xelkê deverê bangawaziya alikariyê dikin,  da berpirsên av û elektrîkê wê pirsgirêkê çareser bikin.