NY: Em dikarin rolgirtina referanduma Kurdistanê binirxînin!

NY: Em dikarin rolgirtina referanduma Kurdistanê binirxînin!

 

 

Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest, piştî ku Herêma Kurdistanê biryara pêkanîna referanduma serxwebûnê eşkere kir, Netewên Yekbûyî jî li ser sazkirina vê referandumê daxuyanî da.

Cîgirê berdevkê Netewên Yekbûyî Ferhan Heq derbarê mijara referanduma serxwebûnê ya li Herêma Kurdistanê de got: "Heke daxwaz ji NY were kirin ku di proseya referandumê de rol bibîne ew dê vê mijarê binirxînin.

Ferhan Heq di berdewamiya axaftina xwe de got: "Eger bi fermî daxwaz li me were kirin, em dê wê daxwazê binirxînin. Tu rola me di referanduma Herêma Kurdistanê de tuneye û heta niha tu daxwaz ji me nehatiye kirin." 

Duhî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Pîrmamê bi nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiyabû û li gorî daxuyaniya ku piştî civînê hat weşandin biryar li ser lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê hatiye dan û roja 25ê Îlona 2017ê weke roja birêveçûna referandumê hatiye diyarkirin.