Rêxistinên Tundrew li Şehbayê 12 kurd revandin

Rêxistinên Tundrew li Şehbayê 12 kurd revandin

13:05:42

 

Rojava News: Çekdarên Rêxistina tundrew yê Sultan Mûrad li gundên kurdan ên herêma Babê  12 welatiyê kurd revandin.

Li gor zanyariyên ji deverê hatine wergirtin:  Çekdarên Rêxistina tundrew yê Sultan Mûrad doh danê sibehî li çend gundê Şehba operasyon kirine û bi teybet êrîşî male Kurda kirine.

Hat zanîn di encama êrîşa bi ser gundê Til Betal, Nûman, Til Cercîr, Qeir El-Kelbên,  Şêx Beşîr de 12 Kurd revandin û çarenivîsa wan jî ne diyare.