4:06:59 PM
RojavaNews: Di berdewamiya siyasetên xwe yên girtin û revandinê, çekdarên PYD Ciwanekî kurd li bajarê dirbîsyê yê kurdistana Sûriyê piştî vegera wî ji herêma kurdistanê revandin.
duh demjimêr duyê piştî nîvro çekdarên PYD êrîşî mala Cengîn Selah aldîn 'elîko li gundê sîbîrka yê bi ser bajarê dirbêsiyê ve kirin û ,cengên revandin û berev cihekî nediyar ve birin û, ta niha jî çarenvîsa wî nediyare.
cengîn bixwe ji daykbûyê sala 1988, beşê felsefe li zanîngeha şamê bi dawî aniye, û beriya dû roja ji herêma kurdistanê vegeriyabû mala xwe, beriya niha jî PYD kurê mamê wî cengîn 'elîko peyamnêrê yekîtî mîdya revandin û ew eşkencekirin û tilyawî jî jêkirin.
