Ismail Beşîkçi: Biryara referendoma Kurdistanê ez dilşad kirim

Ismail Beşîkçi: Biryara referendoma Kurdistanê ez dilşad kirim

23:41:32

 

Rojava News: Civatnas û lêkolîner Ismail Beşîkçi di daxûyaniyek taybet ji Kurdistan24 re, girîngiya referendoma serxwebûna Kurdistanê anî ziman û piştgiriya xwe da diyarkirin.

Beşikçi destnîşankir, “Biryara referendoma Kurdistanê ez dilşad kirim. Hêvîdar im dema referendomê bi tu awayî neyête paşxistin. Di van 3-4 salên dawî de em dibînin, li Zanîngehên Parîs, London, Washington, Moskowa û navendên din ên girîng civînên liser Kurdistanê tên lidar xistin. Gelek panel, sempozyum, seminer pêk tên. Wateyek van xebatan heye. Dixwazim vê bibêjim: dem a serxwebûna Kurdistanê hatiye.”

Beşikçi herweha li ser helwêsta Tirkiye girêdayî referendoma serxwebûna Kurdistanê diyarkir: “daxûyaniyên Tirkiye ne biryardar in. Têkiliyên nêzîk ên aborî di navbeyna her du welatan de hene. Wekî nimûne petrol Kurdistanê, liser Tirkiye derdikeve bazarên cîhanê. Pêşkeftinên aborî ligel xwe pêşkeftinûn siyasî, diplomasiyê jî tînin. Ev daxûyaniyên hatî dayin, ez encamdar nabînim. Ger ji sedî 80 û zêdetir piştgirî ji serxwebûnê re derkeve, kes nikare pêşiya Kurdan bigre. Tu welat û sazûman jî nikarin li dij rawestin.”