15:21:27
Rojava News: Li sînorê bajarê Şingalê û li navçeyên bin desthilatiya PKKê meyîtê Pêşmergeyekê hate dîtin û bi gule hatiye kuştin.
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl di vê derbarê de ji BasNewsê re ragehandiya ku: ‘’Pêşmergeyek bi navê Emîr Cerdo Xelef li Şingalê çend roj berî naha winda bibû û îro 11.06.2017ê meyîtê wî hate dîtin.’’ Herwaha got ew li ser bûyerê pêdeçûnê dikin.
Herwaha berpirsê leqa Şingalê yê PDKê Wehîd Bakozî gotiye: ‘’Meyîtê wî Pêşmergeyî li taxa Hey Şuheda hatiye dîtin û li wî sînorî dervey PKKê kes lê tineye, heşdî şeibî jî ji wê deverê dûrin, ji ber vê jî mirina wî Pêşmergeyî pir bi guman e.’’
Ji aliyê din ve fermandarê hêzên Pêşmerge li Şingalê Seîd Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew Pêşmerge roja 06.06.2017ê ve diyar nîne û bi armanca çûna ber bi mala xwe ve birê ket, lê piştre bêserûşûm bû. Îro meyîtê wî hate dîtin.’’ Herwaha got: ‘’Li ser bedena wî Pêşmergeyî cîhê guleyên keleşînkofê hene û diyare ku hatiye kuştin.’’
