Bi dehan gêncê Kurd li Ezazê girtîne!

Bi dehan gêncê Kurd li Ezazê girtîne!

01:03:03

 

Rojava News: Beriya  demekê ji alîyê  hikumeta Tirkiyê ve bi dehan welatiyên kurd yên ku radestî çekdarên artêşa azad kiribûn ta niha jî li devera Ezazê girtî ne. ê mane  li dev çekdarên artêşa azad û grupên  bser ve .. 

Berî çend rojan dewleta Tirkiyê  hejmarek penaberên Sûriyê ku bi rêya qeçaxî sînor derbaskiribûn girtin û zêdetir ji 500 kesî radestî çekdarên Artêşa Azad kiribûn. Zêdetirî ji wan welatiyan Kurdê Rojavayê Kurdistanê ne.

Hat zanîn Kurdê Rojavayê Kurdistanê ku dixwestin derbasî Ewropayê bibin bi reya qaçaxî ji sînorê Ezazê derbasî Tirkiyê bû bun.

Li gor jêderên ARKê ji wê grupa penaberan bi dehan gêncê Kurd dibin kontrola çekdarên artêşa azad de girtî mane, û çarenivîsa wan ne diyare.

Malbatê kesên girtî daxwaz  ji  Encumena Niştîmaniya Kurd li Suriyê dikin  ku  çareyekê ji wan ciwanên ku li gel çekdarên artêşa azad girtî ne bîbînin.