01:39:54
Rojava News: Xwecihiya Danîmarka ya bi ser Nunertiya Ewropa ya Encumena Niştîmanya Kurd li Suriyê ENKSê civînek li gel lêkulîner û rojnamevan a danîmarkî Anny Sofi li darxist.
Xwecihiya Danîmarka ya bi ser ENKSê li gel Anny Sofî li ser dosya Kurdî civînek li darxist. Herweha Anny Sofi ku bixwe rojnamevan û lekolînerek Danîmarki ye, bi teybet li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û bi giştî dosya Kurdî hate gotubêjkirin.
Li gor daxuyaniya Xwecihiya Danîmarka ya ENKSê hewl didin da dosya Kurdî û bi teybet ya Rojavayê Kurdistanê bi dewleta Danîmarkî û welatî Ewropî bidin nasîn, ji ber ku di alîyê nasînê de gelek levaztî hene.
