02:19:37
Rojava News: Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi taybet xelkê bajarê Qamişlo piştevaniya referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin û dibêjin, ma ji wê xweşitir heye ku dewleta kurdan çêbibe.
Ji roja ku roja encamdana referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê hatiye diyarkirin, kurdên beşên din yên Kurdistanê bi kêfxweşiyek mezin piştevaniya xwe bo wê yekê nîşan didin.
Xelkê bajarê Qamişlo jî bi germî pêşwazî li encamdana referandomê û serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin.
Welatiyek dibêje, em bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê re ne ji ber ku her beşa Kurdistanê rizgar bibe bandorê li beşên din dike.
Welatiyekî din jî dibêje, ev sed sal in em li bendê ne welatekî me xaniyekî me çêbibe, helbet em pê re ne û kêfxweş in. Welatiyeka din jî dibêje, ma ji vê xweştir heye ku dewleta kurdan çêbibe.
