02:52:44
Rojava News: Serkirdeyekî Encûmena Navxweyî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) ragehand ku, duyemîn roje Çekdarên PYD baskê PKK li Kurdistana Rojava rê nade tîmên agirkujê agirê zeviyên gundên parêzgeha Hesekê kontirol bike.
Duşemê agir bi zeviyên genim û ceh li gundê Dêrona Axê li Herêma aliyan ket û di encam de 150 donim zevî şewitî, li gor - Serkirdeyekî Encûmena Navxweyî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) bi navê Selman Resûl ji BasNewsê re ragehandî, Çekdarên PYD baskê PKK li Kurdistn Rojava rê nadin tîmên agirkujê wî agirî kontirol bike.
Herwiha heman çavkaniyê da zanîn ku, otombîlên agirkujan tenê bi çend kîlometran ji agir dûrbûn, tevî wê yekê jî nehatin bi hewara welatiyan ve û xelkê gund bi hev re alîkarî kirin heta ew agir vemirandin.
Navşeya aliyan piraniya xelkê wê endam û alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) û xelkê wê deverê her dem li dijî kiryar û siyaseta PYD derdikevin.
